Biyani Albert Camus

Biyani

Albert Camus  

Yek ji klasîkên modern, mînaka girîng a edebiyata eksistansiyalist romana Albert Camus, "Biyanî" di nav weşanên Avesta de deket. Kitêb ji aliyê Fawaz Husên ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin. Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê mane, bê wate dijî û di bajarê xwe de, di mala xwe de, bi diya xwe û bi dostika xwe re, xerîb û biyanî ye. Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe. Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve, li mirinê an li xwekuştinê nagere. Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe, ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne.


  • Dizi: Edebiyat Dizisi
  • Sayfa Sayısı: 160
  • Boyut: 14 x 20 cm