Evina Merxaseki İbrahim Osman

Evina Merxaseki

İbrahim Osman  

Bûyere ku bûye mijara vê romanê, ne ji encama xeyalperestiyê û ne xwerû ji çîrokekê hatiye hûnandin. Buyer serpêhatiya destana lehengiyê ye û qewimiye. Encama gelek lêkolînen ku ez gihiştimê, bûyera ku bûye sedema strana Dewrêşê Evdî, li derdora salên 1784'an qewimiye. Wê heyamê, li herêma Wêranşarê, navçeya Ruhayê, eşîra Milan gelekî mezin e, serekê eşîrê Zor Temir Paşa serwer e û gelekî bi hêz e. Hewil dide serbixwe bijî. Lewma bac û Turkmenan de nakokî hene. Sultanê dewleta Osmanî Evdilhemîdê. I. wê demê li ser text e. Sedemeke din jî ev e, ku Osmaniyan hêza xwe ya li Ewrûpayê winda kiribû, di destên wan de bi tenê gel û eşîrên Rojhilat mabûn. Sultan, ji bo ku berjewendiyên dewletê bigire binê demanê, destekê dide Ereb û Turkmenan, yekîtiya wan ava dike, êrîşî terş û talanên eşîra Milan dikin. Ji sedema êrîş û talanan serweriya emir Paşa dikeve metirsiyê. Dewrêş evîndarê Edûlê ye û ji sedema bend û astengiyên olî û eşayirî nikare bigihîje destgirtiya xwe. Lewma, ji bo zatirê ku bigihîje hezkiriya xwe Edûlê, Dewrêş li gel yanzdeh hevalê xwe dadikeve qada şer û dibe cangoriyê evîna xwe.


  • Dizi: Kürt Edebiyatı / Roman Dizisi
  • Sayfa Sayısı: 381
  • Boyut: 13 x 20 cm