Diwan Melaye Ciziri Melaye Ciziri

Diwan Melaye Ciziri

Melaye Ciziri  

Şahîkaya edebiyata kurdî, "Dîwan"a Melayê Cizîrî ji nû ve bi tîpên latînî, di nav weşanên Avestayê de çap bû. Kitêb ji aliyê Emîn Narozî ve hatiye amadekirin. Ev edisyona dîwanê, ji bo xwendevanê Cizîrî rêberek e, ji ber ku bi hemû çapên girîng re hatiye muqayesekirin û wekî not li eynî rûpelê hatiye nivîsandin. Emîn Narozî, di pêşgotina kitêbê de balê dikişîne ser van xalan: "Ji ber ku dilê min dixwest û min diva herkes Melayê Cizîrî û hunerê wî yê honraweyî ku li gorî min rewanbêjtirîn û suxenwertirînê serdema xwe bûye, fêhm bike û qenc bibîne ka vî ustadê mezin honan û ristina suxenê/gotinê çawa bi zimanê kurdî bi taybetî jî zaravayê kurmancî bi bilindtirîn û rêkûpêktirîn xwedristiyê bi kar aniye. Çendî ku Zivingî Dîwana wî hempayê ya Ibn el-Farid, Hafizê Şîrazî, Fizûlî û Camî dibîne jî, lê bi rastî li gor şert û mercên xwe li bal min ew hê di ser wan re ye jî, herweke ku ew bi xwe jî bi van risteyên jêrîn vê yekê qewî û xurt dike: "Her ji ber vî sedemî jî min ji mêj ve dixwest yan Dîwana wî rave bikim yan jî ji nav yên weşandî bi rêkûpêktirîn raveya wê ku ya Zivingî ye wergerînim kurdî û zaravayê kurmancî. Lê belê min ya paşî çêtir dît û dest bi wergerandina Şerha Dîwana Melayê Cizîrî ya Zivingî ya bi navê 'Iqd el-Cewherî fî Şerhi Dîwanî Şeyx el-Cizîrî kir. "Vêca çendî ku min ew wergerand û temam jî kir, lê ji ber mezinahî û berfirehiya wê amadekariyên weşana wê gelek wext girt û negiha dema ku me dixwest. Ji ber vê jî Avesta xwest ku di vê navê de weke pêşxebateke ku ew jî dê di dema weşandina şerhê de pê re bihata kirin niha ji ber xwe derxe. Ew jî weşandina dîwanê bi serê xwe bi transkripsiyoneke daneberhevkiriyê bi çend çapên bingehîn ve bû yanî beşek ji karê ku jixwe dê dema weşandina şiroveyê bikira niha kir. Jixwe dû re jî şerh dê bi çend cûreyên cuda di nav weşanên Avesta de bê weşandin. "Bêguman Mela jî weke edîb û şa'irên serdema navîn hemî di vê Dîwana xwe ya şaheser î giranbiha de ku şareza seydayê Zivingî wê hevtayê çend dîwanên bilindtirîn û bêhempatirîn yên Rojhilata Navîn û belkî yên cihanê jî dibîne, hinek qaîdeyên rewanbêjî û suxenweriyê yên ku wêjeyê bedew didêran û payebilind dikirin bi kar aniye: mîna bikaranîna gotinên hevmane li pey hev, hevokbeşawendî (sec'), şibandin (mînandin/teşbîh), kinaye û isti'are (idyom), cînas (gotinên hevherf û cudamane), telmîh (bi gotinekê destnîşankirina bûyereke dîrokî yan jî serpêhatiyeke navdar), tewriye (rexneya sergirtî, poşîna rastiyê), hicîw (tinaz, nikte), bikaranîna gotinên dijmane lê hevgirêdayî û yên din. "Bi rastî Cizîrî di Dîwana xwe de ji hemî tiştî xeber daye û ez dibêjim qey tiştek nemaye ku wî yan eşkere yan jî sergirtî ew diyar yan jî destnîşan nekiribe. Vêca ji ber ku di pêşgotineke kurt de nivîsîn û nîşandana wan agahên zahf dibû sedemê dirêjkirin û serêşana xwendevanan min ew kin birrî û ew hiştin li hêviya lêkolîneke berfirehtir. Çawa ku li jor jî bi kurtî hat destnîşankirin di dema transkrîbeya Dîwanê û wergerandina şerha wê de min ew bi çend çapên bingehîn yên ku li cem min hebûn rûbar kir û cudahiyên navbera wan di notan de nivîsî, çawa ku dê xwendevan jî bibînin. Me ferhenga gotinên Dîwanê çi yên kurdî yî kevnar î zehmet bin û çi jî yên zimanên biyanî weke erebî, farisî û tirkî bin digel yên şirovekar Zivingî ku piranî yên kurdî, farisî, tirkî û erebiya kevnar mane kiribû û hinek jî ji yên erebî ku wî manekirina wan ji xwendevanên ereb re pêwist nedîtibû lê ji xwendevanên kurd re pêwist bû, wergerand û xist paşiyê. Çendî ku di şerhê bi xwe de min gelek notên xwe xistibû nav kevanekê lê min di Dîwana xwerû de hewce nedît û ew ji nav kevanekê derxist. Herweha gelek notên xwe yên agahdariya ser dever û kesên di Dîwanê de jî li hêviya şerhê bi xwe hişt û nexist nav notên ser Dîwanê. Herweha çawa ku pirên xwendevanan jî dizanin Melê jî mîna şa'irên serdema xwe hemî û yên ber û piştî xwe jî yên klasîk, honraweyên xwe li ser kêş û wezna arûzê nivîsiye û carina jî di hinek ş'iran de arûza erebî bi adaptasyona wê ya farisî û kurdî tevlihev kiriye. Di dema derxistin û nivîsîna wezna her qesîde û xezelê de ku li serê her yek ji wan hatiye nivîsîn, min ji Nûbihara Biçûkan ya ustadê mezin Xanî gelek fêde dît. Ji bilî vê jî min li serê her şi'rekê jî şêweyê wê nivîsî."


  • Dizi: Edebiyat Dizisi
  • Sayfa Sayısı: 432
  • Boyut: 14 x 22 cm

Diwan Melaye Ciziri ile ilgili kitaplar